Parêzerê Şêwirmend Muzefer Omer ji ajana Rojniwsê re axivî got; Li Herêma Başûr wek yaseyên din, yasaya rojnamevaniyê jî tê binpêkirin. Mînaka herî şêber girtiyên Behdînanê û rojnamevan Silêman Ehmed e.

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê yasayek bi navê yasaya rojnamevaniyê heye ku tevahî erk û mafên rojnamevanan diyar kiriye. Lê bi heman şêweyê yasayên din, ev yasa jî tê binpêkirin. Mixabin rojnamevanên azad û serbixwe têne girtin, hin ji wan jî hatin kuştin. Rojnamevan Silêman Ehmed jî li kû ye nayê zanîn.

Prz. Muzaffer Omer daznîn ku di xalên yasayê de bi zelalî tê gotin ku her kesekî bê girtin, çi rojnamevan be, çi kesekî asayî be, xwedî wî mafî ye ku jiyana wan bê garantîkirin. Divê di nava 24 saetan de parêzerê xwe bibînin yan jî divê wekîlê sendîkayê ji girtinê bê agahdar kirin. Ev tê wateya parastina kanunî ya rojnamevanan.

Prz. Muzefer Omer behsa revandina Silêman Ehmed kir û got; Divê rewatiya girtina her kesî bi zelalî bê diyarkirin. Mafên ku di qanûnên navneteweyî, Iraq û Herêmê de hatine destnîşan kirin divê werin pêkanîn. Pêwîste cihê rojnamevan Silêman Ehmed demildest werê eşkere kirin û ew dikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin.

Erkê parastina rojnamevanan, li ser desthilatdariyê ye.