Li gorî rêxistina mafên jinan, Terre des Femmes, niha li Elmanya zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç li Elmanya di bin rîskê de ne.

Pisporê rêxistina mafên zarokan Plan International, Edell Otîeno got:

Di 6’ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Li Dijî Sinetkirina Jinan de, ji ber rîska heyî, em dixwazin bi rêxistinên hevkar re hişmendiya derbarê sinetkirina jinan de zêde bikin.

Pir girînge ku pisporên ji sektora tenduristî û civakî (wek pîrik, bijîşkên zarokan an xebatkarên civakî) agahdar bikin.

Pisporan gotin: Ji ber vê çendê, divê mijara sinetkirina jinan di bernameya perwerdeyê ya hemû pisporên di warê tenduristî û civakî de cih bigire.