Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta şervanê xwe Raqî Mûsa bi nasnav Qadir Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Qadir Rojava dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê şehîd bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Di karê xwe de pispor bû. Beşdarî pêngavên hêzên me yên li Dêrazor û Eyn Îsa bû û di bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de cih girt. Hevrê Qadir Rojava bi dilxwazî erkên xwe pêk dianîn. Bi rihê xwe yê hevaltiyê yê bilind dihat naskirin.”

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Qadir Rojava û malbatên şehîdan re hat xwestin û soza avakirina welatekî ewle hate dayîn.

Nasnameya şehîd wuha ye:

Raqî Mûsa bi nasnav Qadir Rojava, navê dayik Neîme navê bav Milhim li Girê Spî ji dayik bûye 29’ê Nîsana 2024 de şehîd bû.