Li Rûsyayê ji bo hilbijartina serokdewlet bang li 112 milyon hilbijêrî hate kirin ku 15’ê Adarê tevlî hilbijartinê bibin.

Vladîmîr Pûtîn ku çariyek sedsal e weke Serokdewlet an jî Serokwezîr li ser desthilatdariyê ye, li hemberî wî tenê sê namzet hene.

Şensê wan ê hilbijartinê jî nîne.

Ji Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Leonîd Slûtskî, ji Partiya Gel a Nû Vladîslav Davankov û ji Partiya Komunîst jî Nîkolîa Kharîtonov hevrikên Pûtîn e.

Li gorî hilbijartinên 2018’an hejmara namzetan kêm tê dîtin, ku ev yek jî weke tengbûna qada siyasî tê nirxandin.

Di demekê de ku şerê bi Ûkraynayê re dewam dike, Pûtîn bang li hilbijêran kir ku tevlî hilbijartinê bibin.