Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, wê îro, 805emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwaz bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

Rayedarên dewleta Tirk, doh 804emîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, wê îro, 805emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwazî bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 111 roj in, hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.

Ji 11’ê Îlona 2016’an û heta îro, ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Ji aliyeke din ve Çalakiya, nobeta “ji Ocalan re azadî” jî, ji aliyê dewleta Fransa ve, di 6ê Mijdara 2018an de hate qedexe kirin. Li gorî vê biryarê, dewleta Fransa hemû rêzeçalekiyên Kurdan û dostên wan ên heta 18ê Mijdarê qedexe kirine.