Li ser banga siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî li Amedê, konferansa bi navê ”Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk” li Hêwana Konferansê ya Demîr Otêl a li navçeya Sûrê pêk hat. Li konferansê Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Koçyîgir û Onur Hamzaoglu, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên Kurd, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedr û aktîvistên aştiyê hazir bûn.

PERSPEKTÎFÊN ÇARESERIYÊN CUDA NE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di konferansê de axivî û bal kişand ser civîna çar alî ya îro li Stenbolê di navbera Rûsya, Elmanya, Fransa û Tirkiyeyê pêk tê. Buldan, diyar kir ku li Stenbolê wê di civîna çar alî de bên gel hev û wiha got: “En jî ji bo pêşeroja xwe, li vê derê bi perspektîfên cuda li hev kom bûne. Di dawiya civînê de, em ê nêrînên xwe yên derbarê pêşketinên Sûriye û Rojhilata Navîn de bi raya giştî re parve bikin. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê ye. Navenda gelan, baweriyan, nasnameyan û çandên cuda ye. Ev erdnîgarî tim kirine qada şer û geşedanên dinavbera gelan. Dixwazin çand û hafizeya vê erdnîgariyê tune bikin. Dixwazin hemû nirxên mirovahiyê li ser vê erdnîgariyê tune bikin.  Sînorên ku hatine xêzkirin, rê li pêşiya cudakariyên mezin vekir. Bi van sînorên ku dagirkeya gelan û baweriyan esas digirin, Tirkiyey xistine avana kaosek mezin.”

QEDRA AMED Û MAHABAD 

Buldan, anî ziman ku netew-dewlet herî zêde li ser erdnîgeriya Kurdan tê ferzkirin û wiha bilêv kir: “Ger em dixwazin Rojhilata Navîn bê fêmkirin, divê em li nêzîkatiyên dewletan ên li herêmên Kurdan mêze bikin. Berî her tiştî divê polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd tên ferzkirin bên dîtin. Hişmendiyeke ku li ser binpêkirin û perçiqandinê hatiye avakirin. Polîtîkayên înkar û redkirinê yên Tirkiyeyê tenê bi sînorên Tirkiyeyê re sînordar namînin, heya Sûriye û Rojava jî diçin. A rastîn, qedera Amedê çibe, ya Mahabat jî ewe û ya Kobanê çibe ya Kerkukê jî ew e. Polîtikayên êrîş û tunekirin heta bêje hatine berfireh kirin. Li gel van hemû êrîşan jî gelê Kurd dê tu carî dest ji parastina xwe ya rewa bernede. Ji ber vê pêvajoyeke çareseriyê hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn, dê gelek watedar be. 

PERSPERKTÎFÊN OCALAN ÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ 

Buldan di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Perspektîfên Birêz Ocalan ên ji bo aştî û pêvajoya çareseriyê, ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhalata Navîn derbas dar e. Lê piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoya çareseriyê ji holê hat rakirin. Bi vê re deriye Îmraliyê kîlît kirin û tecrîtek giran danîn ser Ocalan. Lê hay jê nînin ku êdî perspektîfên Ocalan li tevahiya Rojhilata Navîn jiyanî bûne. Divê pêvajoya aştiyê ji nû de bê destpêkirin û tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Pêwîste ku Ocalan beşdarî vê pêvajoyê bibe.” 

QEDERA GELÊ KURD BI OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE

 Buldan, dest nîşan kir ku pirsgirêka herî sereke tîfaqa neteweya gelê Kurd û wiha pê de çû: “Ger gelê Kurd hatibana gel hev, evqas binpêkirinên mafan nedihat jiyîn û evqas mirovan jiyana xwe ji dest ne didan.  Hemû hêzên hegemonik li dijî gelê Kurd pir bi rehetî tên gel heve. Lê Kurd li dijî van polîtîkayan tim ji hevdu cuda disekinin. Divê neyê ji bîr kirin ku li Rojhilata Navîn qedera hemû Kurdan bi Birêz Ocalan ev girêdayî ye. Hemû pêşketinên roja îro qewimîn Birêz Ocalan mafdar derxistin. Bi tecrîta li ser Ocalan armanca dikin ku aştiya herêmî bi dawî bînin û çiyayê li hemberî hêzên hegemonîk ên li herêmê rabikin.  Lê bila zanibin dê tu carî nekarin vî çiyayî rabikin. Gelê Kurd dê destûr nede vê yekê. “

‘EMÊ LI BER XWE BIDIN’

Buldan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi hemû nasname, bawerî û mezheban re li ber xwe bidin û berxwedana xwe mezin bikin. Emê bi hevre tarîtiyê ronî bikin û em nêzî vê ronahiyê ne. Divê demildest tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoyeke nû ya çareseriyê bê destpêkirin.”