Ji parêzerên Bûroya Hiqûq ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Suzan Akîpa, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re j bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran diyar kir ku mafê hevdîtina wan ya bi muwekîlê wan Abdullah Ocalan û sê girtiyên din yên bi malbat û parêzeran re, bi behaneyên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. 38 meh in ku bi tu awayî agahiyan ji muwekîlên xwe nagirin. Ev jî ji bo wan û raya giştî ya bûye sedema fikarên mezin.

Parêzeran daxwaz kir ku destur bê dayin biçin Girava Imraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û gotin: Hevdîtin wê fikarên malbatên girtiyan û raya giştî ji holê rake.

Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!

Parlamenterên DEM Partî, di 7’ê Kanûna 2023an de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê -ÎHÎK dabûn.

Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ya girêdayî Wezareta Dadê, bersiva serlêdanê da û got; Girtiyên li Îmraliyê ji mafên xwe yên di qanûn û rêziknameyê de sûd digirin.

Miduriyetê îdîa kir ku li Îmraliyê tecrîd tune ye û di sala 2023an de girtiyan ji mafên şandina name, faks û hwd. sûd girtine.

Lê belê Midûriyetê got, 38 meh in, bersiva tu serlêdanên parêzer û malbatan yên ji bo daxwaza hevdîtinê nedaye. Ev gotinên Miduriyeta Gştî ya Girîtgehan jî, îdiayên midûriyetê derew derdixin. .

Parlamenterên DEM Partîiyê jî, li ser besiva hatiye dayin mafên axaftinê girtin û kornolojiya serlêdanên parêzer û malbatan rêz kirin û gotin: Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê kete meha 38’an û tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din nayên girtin.

Parlamenteran got; Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û ev axaftin jî piştî 3 deqîqeyan hate qutkirin. Ji wê rojê û heta îro, tu agahî ji Ocalan nayên girtin.