Li dijî ‘qedexeya çalakî û xwepêşandanan’ a li Wanê ku bi biryara Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez ve hate ragihandin, parêzerên Baroya Wanê serî li dadgehê dan û xwestin dawî li vê qedexeya bêhiqûqî bê anîn.

Bandora Rewşa Awarte ya ku piştî şerê desthilatdariyê yê 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê dest pê kir hîn jî didome. Walî û qeymeqamên Tirk ku dixwazin Tirkiyeyê bi qanûnên Rewşa Awarte bi rê ve bibin, tevî ku salek di ser rakirina Rewşa Awarte re derbas bûye, pêkanînên xwe yên kêfî didomînin.

Walîtiya Wanê 932 roj in yanî nêzî 3 sal in destûrê nade ku li Wanê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. Walîtiyê herî dawî Festîvala Rêwiyan bi hinceta ‘ewlekariyê’ qedexe kir.

Parêzerên ser bi Baroya Wanê li dijî qedexeyê serî li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê dan.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku qedexe li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û destûra bingehîn e, lewma hate xwestin ku biryara qedexeyê bê betalkirin.

Ji parêzerên Baroya Wanê hiqûqnas Cemal Demîr der barê mijarê de diyar kir ku qedexe bandoreke neyînî li jiyana li Wanê dike. Demîr anî ziman ku hewldanên wan ên ji bo bidawîkirina qedexeyê wê bidomin.

Demîr got, “Bi rêya qedexeyê zext li civakê tê kirin. Walîtiya Wanê bajar kiriye bajarekî polîsan. Li her devera bajêr panzer tên dîtin. Pêkanîna çalakî û xwepêşandanên demokratîk maf e û bi daxwaza Walî nabe ku bên qedexekirin.”