Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin, wê îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin.

Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana parêzerên Ocalan ya roja Çarşemê bi behaneyên pûç û vale hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Parêzerên Bûroya Hiqûq ya Sedsalê û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmralî, wê îro cara 779. serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwazî bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal in hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Gelê Abdullah Ocalan re asteng dikin.

Nobeta “ji bo azadiya Ocalan” jî, ji 25ê Hezîrana 2012an ve, li bajarê Fransa Strasborugê li ber avahiya Konseya Ewropa û CPTê, 6 sal in, bê navber dewam dike