Ji parêzerên buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran di heman demê de ji bo hevdîtina li gel Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li heman saziyan dan.

Hêjayî gotinê ye; ji 25’ê adara 2019’an ve an go ev 34 mehin agahî ji Rêber Apo û sê girtiyan nîne.

Dewleta Tirk mafê hevdîtinê yên Rêber Apo û sê girtiyan asteng dike.

Di navbera salên 2021-2023’an de her yek jê ji bo 3 mehan bi kêmanî 5 cezayên disiplînê li Rêber Apo û 3 girtiyan hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.