Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm ji ANFê re axivî û diyar kir ku “gorê komî ya di navbera Xanesor û Sinûnê de, ji aliyê PDK’ê ve bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin û cenazeyên 67 şehîdan bêyî testa DNA, li ber Şerfedîn veşartin.
Xêrî Îbrahîm got; Me wek civaka Êzidî, bi sazî û dezgehên xwere serî li desthilatdairya Baxdayê da û xwest desthilatdariya Iraqê, gorên komî veke û nasnameya kesên hatine şehîdkirin zelal bike.
Lê desthilatdariya Baxdayê xemsar tevgeriya PDKe jî bi dijminatî tevgeriya.
Ji sedema vekirina gora komî û bêyî testa DNA veşartina şehîdan, me giliyê PDKê kir, doz jî dewam dike.
Xêrî Îbrahîm diyar kir ku divê ew gora ku PDK cenaze têde veşartine car din were vekirin, û ji Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê re werin şiyandin.
Mixabin kêlên goran jî nînin, teva li erdekî rast hatine veşartin.
PDKe li dijî civakê û yasayan suc kiriye.
Xêrî Ibrahîm herî dawî got; PDK, li mintiqa Birdiyê jî cenazeyên 24 Êzidiyan, ji gorê komî derxistin û bêyî agahiya malbatên wan birin Hewlêrê û li wir hatine veşartin.
Em ê li şehîdên xwe xwedî derkevin.