Tevî hemû hewldanên parêzeran jî ti agahî ji edîtorê Rojnewsê yê Erebî Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK ve ji deriyê sînor ê Sêmalka hatiye revandin, nîne.

Hat zanîn ku Silêman Ehmed ku di 1’ê Cotmehê de ji bo serdana malbata xwe çûbû bajarê Helebê yê Rojava, di 25’ê Cotmehê de dema vedigeriya Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK ve li deriyê sînor ê Sêmalka hate revandin.

Piştî 6 rojan, fermana giştî ya PDK Duhokê, îdiayên bêbingeh ku rastiyê nîşan nadin, hat gotin ku ti eleqeya Silêman Ehmed bi rojnamegeriyê re nîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hat qebûlkirin ku Silêman Ehmed dê were cezakirin û ji aliyê wan ve hatiye revandin.

Parêzera Silêman Ehmed Nerîman Ehmed di daxuyaniya xwe de got:

“Bi hinceta lêkolîn berdewame û dosya di bin kontrola dezgeha îstixbarata PDKê de ye .”

Rojnews jî bi daxuyaniyekê ev agahî parve kir.

Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin.

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.