Rêber Apo di sala 1979’an de dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibe nêzî 3 mehan li gundê Elpelûrê yê Kobanê dimîne.

Ev mal niha wekî ′Mala Rêbertî′ tê naskirin.

Rojnameger û nivîskar şehîd Seyît Evran di dirêjahiya salên xebatên xwe de li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî geriya; yek ji bajarên gelek caran lê xebitî Kobanê ye.

Seyîd Evran beriya ku şehîd bibe serdana mala Rêber Apo ya li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê dike.

Di 17′ê Çileya 2022′an de Seyîd Evran peyamek ji Rêber Apo re dinivîse, vê dibêje:

Jiyankirina bi van hestan nayên wesifkirin.

Beriya 43 salan ger me li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî, li 4 hêlên Kurdistanê gotiba em ê şoreşê di dilê şoreşê de çêkin, bijîn, tu kesî ji me bawer nedikir, heta wê ji me re gotiban ev dînin.

Beriya 43 salan bi taybet hîmê vê şoreşê hat danîn.

Yek ji malên Rêber Apo dema derbasî Kobanê bû, lê ma, ev mal e. Ji vir gav bi gav dest bi şoreşê kir. Jiyana bi van hestan nayên wesifkirin û mirovan kêfxweş dike.

Silav û Rêz, Seyîd Evran ′Mala Rêbertî′ 17 Çileya 2022 Kobanê.