Belgefîlma Jinwar a li ser gundê Jinwar li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo hat pêşandan. Belgefîlm ji derhêneriya Komîna Fîlm a Rojava ye.

Şêniyên bajarê Qamişlo û niştecihên gundê Jinwar ji bo temaşekirina belgefîlma Jinwar berê xwe da Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo. Belgefîlm bi 40 deqe ye.

Berê di Festîvala Fîlmên Kurdî ya li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê û li gundê Jinwar hatibû pêşandan.

Kêşana belgefîlmê ji destpêka vekirina gund ve di 10’ê Adara 2017’an de dest pê kir. Ew jî li ser hevkariya jinan ji bo avakirina yekemîn gundê jinan li Rojhilata Navîn e. Gund ji 30 malên herî pêk tê.

Di belgefîlmê de bal li ser keda jinan ji bo jiyanê, hevkariya wan di karên rojane de, xwedîkirina pez, çandinî, çêkirina nan, çêkirina dermanan ji giyayan û perwerdekirina zarokan û hişyarkirina wan li ser tundiya li dijî jinan, tê kişandin.

Her wiha di belgefîlmê de li ser girîngiya avakirina yekemîn gundê jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dayîn.

Li kêlek wê girîngî ji bo felsefeya jiyanê hatiye dayîn. Armanc ji avakirina gund ne cudakirina jinan ji zilaman e, lê belê ji bo pêşxistina hezkirin û hevaltiya rastîn.

Belgefîlm dê li bajar û bajarokên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê pêşandan.