Li girtiyên li İmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku ev 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din qedexeya hevdîtinê hat birîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand.

Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Abdullah Ocalan biriye.

Hat hînbûn ku biryara di 12’ê nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26’ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin.

Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” jî hat redkirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin