Dadgeriya Tirk, piştî teqîna li febrîqeya fîşekên hewayî ya li navçeya Hendek a Sakaryayê 4 kes girt.

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê 3’ê Tîrmehê teqînek pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

4 kesên ku piştî teqînê hatin destgîrkirin şeva Duşemê ji bo girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Hendekê jî bi sûcdariya “Bi zanebûn bûn sedema mirina gelek kesî û birîndarbûna gelek kesan” midûrekî berirsyar, pisporekî ewlekariya kar û du hostayên kar girt.