Meş ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Minbicê ve hate lidarxistin.
Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, deste, sazî û şêniyên kantonê tev li meşê bûn.
Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firat dest pê kir û li çerxerêya Sebi Behrat veguherî mitingê.
Di mitingê de, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Riweyda Hinêzil axivî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker şerê projeyên demokratîk û neteweya demokratîk dike.
Ji bo ku bigihêje vê armanca xwe jî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Ev tecrîd dermirovî û derqanûnî ye û jê dixwaze vîna gelên azad bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Em soz didin ku rêya azadiyê heta bidestxistina serkeftinê berdewam bikin.”