Platforma Jinan a Mêrsînê têkîldarî tundiya li ser jinan ku di demên dawî de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye, li Kolana Ataturk daxuyaniyek dan.
Bi dehan jinên ku li Kolanê kom bûn pankarta “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin” vekirin û diruşme berz kirin.
Li ser navê jinan endama platformê Gonca Ocakçi daxuyanî xwend û got;
dewlet li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne.
Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet, bêdeng namînin.
Polîtîkayên dewletê dijminatiyê geş dike û ev rewş jî tundiyê zêde dike.
Divê jin ji bo parastina cewherî xwe bêhtir bi rêxisinî bikin .
Li Antalya jî, endamên Meclîsa Jinan ya DEM Partî û gelek jin, li Qada Attalosê pankarta “Em ê rê nedin tacîz û kedxwariyê” vekirin û daxuyaniyek dan.
Li ser navê jinan, endama meclîsa DEM Partî Songul Şarkli daxuyanî xwend û got;
polîtîkayên şerê taybet ya desthilatdariyê bi salana li dijî jin, ciwan û zarokan dewam dikin.
Dewlet û detshilatdarî dixwazin, civakên li Kurdistanê bê rumet bikin. Em Tevgera Azadiya Jinên Kurd careke din diyar dikin ku em ê li her derê cîhanê bi taybet li Kurdistanê li hemberî her curê bêexlaqî, tundî û bêedaletiya li ser jinan têkoşînê bikin.
Em ê bi rêxistinbûna xwe ya civakî, mafê xwe yê parastina cewherî pêş bixin.”