Rêxistina PYD‘yê ya Ewropayê û KCDK-E bi daxuyaniyan Newroz pîroz kirin û banga tevlîbûna xut û girseyî ji bo 23’yê Adarê Newroza ku li Frankfûrtê bê pîrozkirin, kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê peyama Newrozê da û jî banga tevlîbûna bi hêz ji bo Newroza Frankfûrtê kir.

PYD-Ewropa di peyama xwe de got “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê tecrîdê têk bibin û Efrînê rizgar bikin. Bi ruhê serkeftinên mezin, serkeftinên bêhempa yên şervanên YPG/ YPJ`ê û hêzên Sûriyê Demokratîk li dijî hêza reş û tarî hêza terora hov bi dest xistine em berê xwe didin Newroza 2019 a agira wê ta serkeftinê berxwedana serdemê gur dike. Em soz didin gelê xwe ku wê Efrîn bê rizgarkirin û wê proja me ya Rojavaya Azad û Sûriyeke Demokrat a nenavendî pêk bê.”

PYD-Ewropa bang li gelê Kurd yê Ewropa kir ku bi girseyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û gel vexwend Newroza Frankfûrtê ku wê 23’ê Adarê were pîroz kirin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jî têkildarî Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û got; “Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar da destpê kirin bi Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan bê bêhtir gurtir bu û berxwedan heyî dom kiriye. Zekiye Alkan, Berîvan û Ronahî bedena xwe veguherandin agirê Newrozê û berxwedana meşa azadiyê ya gelê Kurd a li dijî înkar, mêtîngerî û asîmîlasyonê belavî hemû Kurdistanê kiriye.

Newroza îsal wê bibe sala azadiya Rêbr Apo û geşkirina berxwedanê ya li dijî Dehaqê serdemê dîktator Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê ye. Dehaqê nû Erdogan û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bê sînor êrîş dike û di pêvajoyekî wiha de em Newrozê pêşwazî dikin. Tifaqa faşîst di zextên li dijî gelê Kurdistan û Tirkiyeyê de sînoran nas nake. Bi hemû alavên dewletê êrîş dike. Dixwaze bi zextan kedkar, rewşenbîr, demokratan û hemû mûxalifan bêdeng bike.

Di Newroza îsal de pêla têkoşînê ya ‘Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşîn, Kurdistanê azad bikin’ ew ê êrîşên desthilatdariya faşîsta a AKP-MHP’ê vale derxe. Gelê me wê li dorî vê berxwedanê bibe xeleq û dersekî dîrokî bide Dehaq Erdogan. Bi geşkirina berxwedana grevên birçîbûnê re tecrîda li ser Ocalan em ê bişkînin.

Em bang li hemû gelê xwe û dostan dikin ku bi aktîv û girseyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropa, hemû welatan-bajaran bibin. Newrozê li dijî dîktator û zaliman weke agirê serhildanê pêbixin. Li kolanan, li qadan bi coşekî mezin Newrozê pîroz bikin. Bi ruhê berxwedanê xwedî li grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin derbikevin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.

Weke sembola berxwedana greva birçîbûnê Leyla Guven gotî ‘Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e’. Li qada Newrozê hevalê Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya xaka xwe silav bikin.

Bi girseyî beşdarî Newroza Frankfûrtê ya 23’ê Adarê roja Şemiyê bibin.”