Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamya êrîşa polîsan a Belçîkayê ya li dijî Medya Haber û Stêrk Tv bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, piştî serdana Hakan Fîdan ya Brukselê, êrîşên li dijî gel û saziyên gelê Kurd zêde bûn.

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamya got; Medya Haber û Stêrk TV dengê Êzidî, Îslama Demokratîk, baweriya Elewiyan, jin, gel, feqîr, kedkar û gelên çar parçeyên Kurdistanê ne.

Çapemeniya azad a ku dengê gel û baweriyên bêdewlet bi raya giştî ya cîhanê re parve dike, nayê bêdengkirin.

Dewleta Tirk êrîşî Kurdan û dostên wan, bi taybetî jî li ser Çapemeniya Azad dike.

Ev êrîş li dilê Ewropa ku weke ‘dergûşa demokrasiyê’ tê naskirin pêk hat.

Welatên Ewropayê li hemberî vê bêdeng man û ev jî encama polîtîkayên berjewendi ye.

Em bang li Ewropa û bi taybet Belçîka dikin ku demildest dev ji vê şerma siyasî berde û êrîşên xwe yên li ser Medya Haber, Stêrk Tv û hemû rojnamevanên Kurd û Çapemeniya Azad rawestîne.

Em raya giştî ya demokratîk vedixwînin hevgirtin û têkoşîna hevpar dikin.