Rojhilat: Şerê li Xakurkê bi ruhê 15’ê Tebaxê tê kirin

Rojhilat: Şerê li Xakurkê bi ruhê 15’ê Tebaxê tê kirin

Ji fermandarên herêma Bradostê Sînor Rojhilat diyar kir ku ruhê 15’ê Tebaxê ruhê hevgirtinê li nava jinan afirand û got, “Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên sîstema kapîtalîst divê em hebûna xwe biparêzin.”

Rojhilat destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê mîrateyeke ji bo jin û ciwanên Kurd û got, “ji bo afirandin jiyaneke watedar, azadî û demokrasiyê têkoşîn tê dayin. Berxwedana zindanê ya heval Mazlûm nîşaneya herî baş a vê têkoşînê ye. Li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê, gelê Kurd ji bo jiyana azad bi nasname û îradeya xwe têkoşiya. Gelê Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê hebûna xwe nas kir. Bi vî ruhî bû xwedî çand, nasname û ziman. Ev ruh îfadeya ziman, çand û hebûna me ye. Dijmin nekarî xwe li vê rastiyê rabigire.”

‘RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ RUHÊ HEVGIRTINA HEST Û BAWERIYA JINÊN KURD E’

Rojhilat da xuyakirin ku jinên Kurd xwe nas kirine, bi vî ruhî têdikoşin û wiha dewam kir: “Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê hevgirtina hest û baweriya jinên Kurd e. Sîstema kapîtalîst bi rêya îdeolojiya xwe dixwaze hebûna jinên Kurd bitevizîne. Ji jin û civaka Kurd re dibêje, ‘eger tu heye, divê tu li gorî min bijî’. Ruhê 15’ê Tebaxê polîtîkayên bi vî rengî yên înkar û tinekirinê pûç kir. 15’ê Tebaxê serhildan geş kir, têkoşîn watedar kir. Jinên kurd, gelê Kurd û gelên bindest kir yek. Qîrîna azadiyê geş kir. Bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoîn watedar bû.”

‘HÊZÊN HPG Û YJA STARÊ BI RUHÊ SALA 1984’AN ŞER DIKIN’

Fermandar Rojhilat destnîşan kir ku berxwedana li Başûrê Kurdistanê jî bi ruhê têkoşînê yê 15’ê Tebaxê tê kirin û got, “Dagirkeriya hikumeta AKP’ê ya faşîst a li Başûrê Kurdistanê û operasyonên dewam dikin, ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd in. Hêzên HPG û YJA Starê li dijî teknîka pêşketî ya AKP’ê ti carî paş ve gav neavêtin. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Xakurkê, em bi vî ruhî dijîn û tevdigerin. Têkoşîna me her tim dewam kir û wê li dijî hemû êrîşan her bidome. Hêzên HPG û YJA Starê yên li herêma Xakurkê bi ruhê sala 1984’an şer dikin û hebûna xwe diparêzin.”

Rojhilat diyar kir ku ew bi giyana fermandar Bêrîtan, Zîlan, Nûda û Viyan bi ruhê têkoşînê yê 15’ê Tebaxa 1984’an têdikoşin û got, “Em ê vî ruhî hîn bêhtir watedar bikin. Em ê xeleka li Îmraliyê ya li dora gelê Kurd û jinan hatiye gerandin ji holê rakin û hebûna xwe di nava vê têkoşînê de hîn watedar bikin.”

Rojhilat herî dawî got, “Gelê Kurd gelekî welê ye ku hurmetê nîşanî hebûna xwe dide û dilsozê xaka xwe ye. Weke hêzên YJA Starê em ê hîn bi berpirsyarî rabin hêza xwe bêhtir watedar bikin. Hêza me wê hemû jinên Kurd bixe nava lêgerîna azadiyê. Pêwîste jinên Kurd xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî derkevin.”

NAVNÎŞANÊN ME

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ