Hevşaredara Îdirê Necla Kûm Ji ANFê re axivî û destnîşan kir ku gel her cûre berdêl da ber çavên xwe, xwedî li îradeya xwe derket û got. Em ê bi xizmetê malavaniya gel bikin.
Necla Kûm bi bîr xist ku AKP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 2014 û 2019’an de hemû şaredariyên gelê Kurd bi rengekî nehiqûqî desteser kirin, qeyûm tayîn kir û got;
Bi polîtîkayên qeyûm nekarîn encama ku dixwazin bi dest bixin.
Wajî vê yekê polîtîkaya qeyûm bû sedem ku AKP têk biçe.
Kiryarên antî demokratîk yên dewletê yên ku bi tundî û desteserkirina maf dike, li bajarên Kurdan têk çûn.
Ya herî girîng jî bû sedem ku di nava gelê Kurd de îrade û hişmendiyeke neteweyî ya bilind biafire.”
Necla Kûm herî dawî got;
Em ê bi projeyên xwe bi gel re bin, sozên ku me di dema hilbijartinê de dane bi cih bînin.
Em ê bi xizmetê malavayiya gel bikin.