Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar ji ANFê re axivî û destnîşan kir ku ew ê sûcên qeyûm yên li bajêr raxin pêş çavan û bi feraseta şaredariyeke zelal ji gel re ragihînin.

Rahşan Yazar got; Li ser Serê Kaniyê demeke dirêj e zexteke giran heye.

Gefxwarin, tirsandin, dûrxistina mirovan ji karê xwe û gelek kiryarên bi vî rengî yên zordar hebûn.

Cihêkarî, nijadperestî, rakirina li hemberî hev a civakê û sorkirina dijminatiyê li ser navçeyê hatibûn ferzkirin.

Di nava 10 salan de xizmeteke bi tenê jî nehatibû kirin.

Xelkê Serê Kaniyê ev yek dît, di hilbijartinê de tecrîha xwe li aliyê xwe danî.

Rahşan Yazar anî ziman ku Serê Kaniyê li ser sînor e û got:

Dema ku şaredarî di destê AKP-MHP’ê de bû, derfet dida ku hêzên paramîlîter dest li herêma Kurdan û sînor werdin.

Dewletê hêza xwe bi kar dianî û ev yek bi hêsanî dikir.

Ji ber vê yekê Serê Kaniyê ji bo desthilatdariyê xwedî girîngiyeke stratejîk bû.”

Em ê hemû sûcên li bajêr raxin pêş çavan, bi feraseta şaredariya zelal kar bikin û çûn û hatina şaredariya pêşkêşî gel bikin.

Em ê bi feraseta xwe ya azadîparêz û wekheviya jinê jiyanekê ava bikin.