Saziya Alîkariyê Çetrê Hemûyan alîkarî bi 30 malbatên hejar ên li herêma Qendîlê kir.

Saziya Alîkariyê ya bi navê Çetrêy Hemûyan doh serdana Şaredariya Binarê Qendîlê kir. Şaredariya ku cara duyemîn e serdana herêmê dike, alîkariya ji bo 30 malbatên xizan radestî Şaredariya Binarê Qendîlê kir.

Endamê Saziya Çetrêy Hemûyan Ûmîd Resûl got, “Cara duyemîn e ku em serdana Qendîlê dikin. Me hewl da li gorî derfetên xwe ji bo jimarek malbatên hejar ên li Qendîlê alîkariyê bikin. Em dixwazin saziyên li nava civakê kar dikin xwe di her warî de berpirsyar bibînin.”

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî sêyemîn salvegera saziya çetrê hemûyan li tevahî xebatkarên wê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya xebatên wan: “Em xebatên saziya çetrê hemûyan pir pîroz dibînin ku di demek wiha de ku li giştî cîhanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê qeyran hene, mixabin aliyên eleqedar bê deng dimînin. Saziya we bi vê alîkariyê hem ji bo malbatên hejar karekî pir baş kir hem jî hêjayê wê ye kû mînak jê bê girtin.”

Mihemed Hesen bi dewamî bi bîr xist ku di sala 2018’an de saziyê alîkarî dabû şagirtên dibistana seretayî, vê carê jî pêwîstiya rojane ya kesên hejar kirine.

Hesen got, “Em ê jî wê alîkariyê di vê meha Remezanê de bigihînin malbatên pêwîstiya xwe pê heye.”

Hevşaredar herî dawî destxweşiya saziyê kir.