Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê gerîla Avesta Fîras Herekol (Hazal Kil) ji ber nexweşiyekê di 13’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî şehadeta gerîla Hazal Kil bi nasnav Avesta Fîras Herekol a ji Sêrtê ku 13’ê Gulana 2020’an şehîd bû daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di dîroka têkoşîna gelê me de meha Gulanê wek meha şehîdan tê zanîn. Di wê mehê de bi sedan zarokên qehreman ên gelê me ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe feda kirine. Berxwedaniyeke bêhempa û tomarkirina bi sedan destanên qehremantiyê ya şehîdan, girêdan û biryardariya gerîla û gel a ji bo xwedîderketina li rêbazê şehîdan bi hêztir kiriye.”

Komîteyê diyar kir, yek ji wan gerîlayên qehreman ên Kurdistanê ku temenê xwe yê ciwantiyê ji bo parastina niştîman û gelê xwe feda kiriye Avesta ye ku di 13’ê Gulanê ya 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber nexweşiyê tevlî karwanê nemiran bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber şehadeta kadroya pêşeng a gelê me hevala Avesta em ji Rêber Apo, malbata wê ya serbilind, gelê me û hevalan hemûyan re sersaxiyê dixwazin û di şexsê wê hevala me yê şoreşger de em hemû şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bibîr tînin.”

Têkildarî têkoşîna wê de wiha hate gotin:

“Hevala Xezal Kil bi nasnav Avesta Fîraz Herekol sala 2009’an li bajarê Dîlokê di temenê xwe yê ciwantî de tevlê nava refên gerîla dibe û bi coşa ciwantî li hemû beşên Kurdistanê xizmeta gel û niştîmana xwe dike. Di wê qonaxa zêrîn a têkoşîna xwe de ji bo doza rewa ya gelê me, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst destgîr dibe û dikeve girtîgehê. Li girtîgehê bi hest û hewldana xwe ya şoreşgerî li ser xeta berxwedaniyê têkoşîna xwe domand.

Jina ciwan û şoreşger hevala Avesta ku bi ruhê berpirsiyartiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiya jin û nasandina wan a bi hizr û ramanên Rêber Apo bê navber têdikoşiya, hemû erk û berpirsyartiyên xwe bê dudilî pêk aniye. Mîna ciwaneke wêrek û têniyê azadiyê bi ruhekê fedayî erkê ser milên xwe bi cih aniye û di temenê xwe yê ciwantiyê de bê ku cudayî bêxe navê hewldaye ku li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji gel û niştîmana xwe re xizmet bike.

Bi taybetî ji bo hişyarkirina ciwanan a ji bo ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê bînin, bi salan ked daye. Hewldaye ku ciwanan hişyar û rêxistin bike. Ji ber wê jî pêwîste jinên ciwan û ciwanên Başûrê Kurdistanê xwedî li ked û hewldanên şehîd Avesta derbikevin û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna xwe geştir û mezintir bikin.

Hevala Avesta di dema dawî ya xebatê xwe yê şoreşgerî de wek Endama Komîteya Şehîdan a PKK’ê erkdar bû. Bi evîndariyê hewldida ku xwedî li rê û rêbazê şehîdan derkeve û di kesayeta xwe de ruhê şehîdan biteysîne. Hevala Avesta bi dilnizmî, fedakarî û ruhê fedayî ve hêlîna heskirinê di nav dilê hevalan û gel de çêkiribû û bi wan taybetmendiyên xwe ve her tim di kar û xebatên şoreşgerî de di nava hilkêşana ber bi lûtkeya serkeftinê de bû.

Şehîdbûna hevala Avesta di wê qonaxa hestiyar a têkoşînê de ji bo Tevgera Azadî û gelê me bi êş û giran e. Şehadeta wê erk û berpirsiyartiyên me girantir dike.

Di dawiyê de em dubare soz didin ku di kesayeta hevala Avesta de ku vê bîranîna wê her tim di dilê me de zindî be, xwedî li rêbazê şehîdan derkevin û têkoşîna wan ya serbilind bidomînin.”