Di roja 121’ê ya berxwedana greva birçîbûnê de ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, gelek kesî serdana çalakgeran kirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17’ê Kanûna 2018’an dest pê kir, kete roja 122’an.

Tevî Kurdên li Ewropayê, gelek kesên çepgir, sosyalîst, demokrat û nûnerên saziyan serdana berxwedêran dikin û piştgiriyê didin daxwazên wan. Li gel rêveberiya ATÎK’ê, Hevseroka Federasyona Civaka Kurdistanê ya Bayern Banner Lutenbergê Fîlîz Çakallik doh serdana çalakgeran kirin.

Çakallik di dema serdanê de peyam da û diyar kir, çalakiyên li dijî tecrîdê çalakiyên rexnedayinê ye li pêşberî dîlgirtina 20 salan a Rêberê Gelê Kurd. Çakallik diyar kir, çalakî dîrokî ye û anî ziman, çalakiyên li Ewropayê rastiya berxwedana li Kurdistanê derxistiye holê, lewma gelekî girîng in.

Berdevkê Rêxistinbûna Şoreşger Demokrat a  Stuttgartê û endamê ATÎK’ê Îsmaîl Sarica jî diyar kir, karakter û polîtîkaya faşîst a dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û bindestan didome.

Îsmaîl Sarica ragihand, faşîzm û nokerî bi êrîşa dijî gelê Kurd hewl dide encamê bi dest bixin û got, şoreşger, demokrat û çepgir hemû wê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Sarica her wiha destnîşan kir ku wê tecrîdkirina Ocalan ti carî qebûl nekin û bal kişand ser girîngiya berxwedanê.

Di nava rojê de Parlamentera serdema beriya niha ya HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer û Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan serdana çalakgeran kirin.