Erol Aydemîr 28 roj in li Romayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Parlamentera berê ya Ewropayê û alîkara serokê PE’yê Luisa Morgantini û aktîvîsta Filistinî Manal Tamimi tevî 4 kesên ji komeleya AssoPace doh serdana Aydemîr kirin.

i bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erol Aydemîr 28 roj in li paytexta Îtalya Romayê di greva birçîbûnê de ye.

Alîkara berê ya serokê Parlamenta Ewropayê Luisa Morgantini, aktîvîsta Filistînî Manal Tamimi û 4 kesên ji komeleya AssoPace Palestina serdana Aydemîr kirin.

Morgantini di dema serdanê de got, “Rêber Apo dema hate Îtalyayê, ez bi doza Kurd re gelekî çalak bûm û piştre bi doza gelê Filistînê re hîn bêhtir eleqedar bûm. Tevî ku ji nêz ve bi doza Kurd re eleqedar nebûm jî min her tim piştgirî da. Ez piştgiriyê didim greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Bi vê armancê ez jî ji bo rojekê ketim greva birçîbûnê ya piştevaniyê.”

Heyetê ala Filistînê diyarî berxwedêrê greva birçîbûnê Erol Aydemîr kir û nîşan da ku ew bi gelê Kurd re ye.

Aydemîr jî ala Tevgera Azadiyê ya Kurd û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî heyetê kir.