Li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê şervanên jin li hemberî neyarên mirovahiyê di şert û mercên zehmet de têkoşiyan û hevalên xwe xilas kirin. Fermandara YPJ‘ê Feraşîn Dilsoz  berxwedana ku li gundê Museka yê Racoyê hate meşandin rave dike.

Dagikerên Efrînê di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de bi aramanca girkirinê û têkbirina projeya demokrtîk êrîşên herî dijwar li dijî gelê Efrînê pêk anîn. Di van êrîşan de her cure çekên giran hatin bi karanîn. Lê berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê û gelê şoreşger hêzên dagirker û çete neçar kirin ku paş de vekişin. Le dagirkeriya Tirkiyê balafiran şer xist dewrê de, xwestin bi vê yekê berxwedaniya şervanan û gelê berxwedêr têk bibin.

Berxwedana Serdemê di qonaxa yekemîn de ku 58 rojan bedewam kir, cîhan matmayî kir û rastiya gelê berxwdêr û jina azad îsbat kir.

Yek ji fermandarên YPJ‘ê Feraşîn Dilsoz ku di Berxwedana Serdemê de cih girtiye qala berxwedana li gundê Museka ya herêma Raco rave dike.

‘Darên zeytûnan em parastin‘

Feraşîn Dilsoz, ji bajarê Efrînê ye. Di destpêka damezirandina YPJ‘ê cihê xwe di nav de girtiye. Dema êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê dest pê kirin di 20‘ê Çileya 2018‘an de Feraşîn li foca YPJ‘ê ya derdora bajarê Efrînê bûye û şervanên focê perwerde kiriye. Bi ragihandina serferberiyê re Feraşîn li eniyên fermandariya grûbek şervanên YPJ‘ê buye.

24‘ê Sibata 2018‘ê ji fermandar Feraşîn Dilsoz hate xwestin ku girûpekê ava bike û bişîne gundê Musaka yê herêma Racoyê. Li ser vê yekê Dilsoz komekê ji 4 şervanan û ew jî di nav de ava dike û diçin Musekayê, Feraşîn rêwîtiya ber bi gund ve wiha parve dike: “Em bi erebeyê ji bajarê Efrînê derketin û me berê xwe da gundê Museka. Di rê de, gundên li ser rêya sereke ku rastî êrîşan dihatin ber bi bajêr ve koç dibûn. Rastî tiştek pir bi êş e dema ku mirov girî û xemgînî li ser rûyê, jin, zarok, xitiyar û dayikan bibîne. Keda ku di dirêjahiya temenê xwe de dabûn li pey xwe hiştibûn û hewl didan jiyana xwe û ya zarokên xwe biparêzin. Di rê de me dengê ku serkeftin û silavkirina berxwedana me qîr dikirin, dibihîst. Li ser vê hestê me yê xemgînî û coş tev li hev bû û îsrara me ya rakirina heyfa sivîlan zêde bû.”

Dilsoz got: “Dema em nêzî sînorê herêma Racoyê bûn erebe sekinî. Me di nava darên zeytûnan li ser piyan rêya xwe berdewam kir. Ji ber ku balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan û her tevgerek didît dikir hedef me erebe li wir hişt. Balefiran bi taybet dema erebe didîtin dikir yekser êrîş dikirin. Lewara em ji erebeyê daketin û me çek û rextên xwe li xwe kir û di nava darên zeytûnan ên bi temen de me rêya xwe bi meş berdewam kirin.

Piştî nîv saet dengê balafirên keşfê û hilîkopteran hatin me. Lê me ew nedîtin. Wê kêliyê her yek ji me xwe bi darekê girt. Min ji hevalê xwe re got tevnegere û xwe ji daran bernedin. Hîn em wisa di bin daran de bûn, balafireke keşfê hat li ser me geriya. Em li cihê xwe sekinîn. Ew balefir 20 deqeyan li ser me geriya. Piştî ku ew balafir hinekî dûr ket, hilîkopterek hat û du caran li ser zeviyên zeytûnan geriyan. Di wan kêliyan de bombeyên xwe bê serûber avêtin, pel û şaxên zeytûnan li derdora xwe firandin. Her dever bû toz û dûman. Derbeya balafirê mîna derbeya zîpikê li ser zevî bû. Min hîs kir dara zeytûnê ji ber deng, ji êşê qîr dike. Piştî helîkopterê çend derbe lê da, dûr ket. Tiştek li me nehat. Wê demê me di zanî ku balefira keşfê em nedîtine. Êrîşa helîkopterê ya li ser darên zeytûnan wisa bu te di got qey ji ber ku dar dîtina wê asteng dike întiqamê ji dare digire. Min dar hembêz kir û me rêya xwe berdewam kir.”