Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn an go Sîbel Çelîk bi hevalên xwe re li herêma Besta ya Botanê di şerê bi dewleta Tirk re şehîd bû.

Ji bo gerîla Tavîn doh li bajarê Almanya Kolnê, bi pêşengiya meclisa Jinan a Viyan merasîm pêkhat.

Li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî, li ser navê TekoJIN Ronahî Cûdî axivîn û gotin: Her lehengek dîrokek nivîsiye. Hevala Tavîn Tekoşîn jineke ciwan bû, li Kurdistanê mezin nebû, evîndara welatê xwe û tevgera azadiyê bû. Derfetên wê yên din jî hebûn, lê ji bo azadiya welatê xwe têkoşîn bijart û ji bo me bû mînak.

Piştî axavtinan sînevizyona li ser jiyana Gerilla û Tavin Têkoşîn hat nîşandan.

Şehîd Jiyan Timoqî jî li bajarê Swîsre Winterhûrê hat bibîranîn

Jiyan Timoqiya (Dîlan Tunç) ji 5 Gerîlayên di mehên Mijdar û Kanûna 2023’an de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, di êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî de şehîd bû.

Merasima bîranînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokatîk pêkhat, Malbata Şehîd Jiyan Timoqî, nûnerên KOMAW, CDK-S û Kurdistanî amedebûn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî û got; Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan tune bikin. Gerîlayên Azadiyê li hemberî vê canê xwe feda dikin. Divê em xwedî li gerîlayên xwe derkevin.

Bavê Şehîd Jiyan Timoqî Şemsettîn Tunç jî axivî û got; Şehîd Jiyan, yekemîn şehîda malbat me ye. Em bi şehîdên xwe serbilind in.

Şemsettîn Tunç helbesta “Ez Jiyan im” ku ji keça xwe re nivîsî bû xwend.

Bîranîna ku bi dirûşmeyan bi dazî bû