Bûyer li paytexta Belçîka Brûkselê li meydana Sainctelette pêkhat.
Di encama êrişa bi çekan de, 2 kes hatin kuştin.
Hate zanîn, kesek bi motorsîkletê çû meydana Sainctelette, 2 kes kuşt, kesek birîndar kir.
Li gorî agahiyan kesên hatin kuştin, welatiyên Swêdêne, ji bo temaşekirina maça navbera Belçîka û Swêdê hatine Belçîka.
Piştî êrişê, maça futbolê hat sekinandin.
Tê gotin kesê kujer Tunusî ye, navê wî Abdulselam Al Guilanî ye û DAIŞ’î ye.
Hikûmeta Belçîka li ser bûyerê bi awayek lezgîn li hev kom bû.