Li zindanên dewleta Tirk zexta li dijî girtiyên siyasî dewam dike.

Li zindana jinan a Sîncan a Enqerê rêveberiya zindanê mafê girtiyan binpê dike.

Hat zanîn ku li zindanê bi hinceta ku leşker nehatine gelek caran girtiyan nabin nexweşxaneyê.

Rojnamevan Dîcle Muftuoglu ya ku di heman zindanê de tê ragirtin bi girtiyên ku rastî zexte tên axivî.

Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz dibêje;

Nêzî 5 mehan e ji bo ultrasona guatrê disekinim.

Mûhabbet Kûrt jî dibeje, Ez beriya 14 mehan li Nexweşxaneya Kampusê çûm dixtorê diranan.

Dixtor ji bo 2 diranên min got; divê tedawiya qenalê were kirin. Lê 14 meh in ez sekinîme.

Ji ber ku mafê min ê tenduristyê binpê dikin 2 diranên xirabûn.

Mûkaddes Kûbîlay diyar kir ku gelek nexweşiyên wê hene û ji bo nehatiye dermankirin rewşa wê her diçe girantir dibe.

Zeynep Han Bîngol jî ji bo girêka li singa xwe divê bi rek û pêk mamografiyê bikişîne. Lê saleke li bende ye ku biçe nexweşxanê.

Rozerîn Kûrt jî dibeje ji bo guatir û gireka di singê de dive ûltrason bê kişandin. Lê tevî hemû serlêdanan jî wê nabin nexweşxanê.

Girtiya nexweşa giran Selver Yildirim jî gelek nexweşiyên wê hene û niha metirsî heye ku çawên wê nebînin.

Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî dibeje, daxwaza derketina revîrê di demê xwe de nayê kirin. Sewqên diranan yan gelek dereng tên kirin, yan jî nayên mûayene û derman kirin.

Esra Sayektaş, Pinar Tikît, Alev Yarar, Zelal Bilgîn û Salver Îspîr jî heman pirsgirekan dijîn. Girtiyên jin li dijî zexta rêveberiya zindanê banga hestiyarî li raya giştî kirin.