Nîsan bû. Xakurkê bi rengê kesk xemilî bû. Min ew li vir nas kir, yek ji wan kesan bû ku gelekî hez ji jiyanê dikir. Ji Geverê bû. Yek bû, yekîtî bû. Di fînalê de fedayiyek bû.

Rêwîtî hene ku pêşiya wê vekiriye û nediyar e ku wê çi derkeve pêşiyê; rêwîtiya ku wê siberojê diyar bike. Min jî dest bi rêwitiyeke wiha kir. Di rê de hînî eşqê bûm. Hîn bûm divê mirov çawa li xakê binerin. Min ew kesên ku beriya min li ser vê xakê meşiyan yek bi yek nas kir.

Serdemek bû ku biharê reng dabû û xemilandibû hawirdor. Nîsan bû. Xakurkê bi rengê kesk xemilî bû. Li qiraxa çem, li ber bayekî hênik meşiyam. Bi bêhna biharê şa dibûm. Du jinên bedew hatin pêşiya min. Min fêhm kir; yên ku şer dikin bedew dibin.

Min ew jî li vir nas kir. Ji wan kesan bû ku gelekî ji jiyanê hez dikir. Jineke bedew bû ku her kar bi serketî dikir. Ji Geverê bû.

Ji jor ve dihatin. Balafiran mîna birûskê li derdorê didan. Çend saet berî wan em li cihê xwe bi cih bûbûn. Serê sibehê dengekî qelebalix hate min. Komek ji gerîla hebû, hemû jî dikeniyan. Bomberdûmana balafirên şer qet ne xema wan bû. Bi rûyê xwe yê li ken li ber wan radibûn. Gerîlayeke por zer û rû li ken li min keniya. Got, ‘Ez Sîser, ji ser gir têm’. Min xwest ji wan xwest ku hinekî bêhna xwe vedin, lê belê hate gel min û qala wê derê kir. Ew diaxivî, min jî bi heyranî lê dinerî. Nêzîkatiya wê ya ji dil ez matmayî hiştibû. Gerîlayek bû ku sekn lê nedibû.

Ji bo amadekariya çalakiyekê li hev kom bûbûn. Komek ji gerîla bû. Arnos û Sîser wê li heman baskî tevlî çalakiyê bibûna. Arnos gerîlayek ji Wanê bû. Sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bûbû. Sîser B7, Arnos jî BKC bi kar dianîn. Her du gerîla jî di koma êrîşê de bûn. Bi şevê amadekariyên xwe hemû kirin. Ji aliyekî ve jî ji bo hevalan hinek tişt tedarik dikirin. Çente, cebilxane hemû amade kirin. Gerîlayên mayî jî ji bo wan amadekariya moralê dikirin. Gerîla xwedî çandeke bi vî rengî ya bedew e. Hemûyan stran gotin. Dengê Sîser jî mîna wê bedew bû, lê wê rojê me kir nekir stran negot. Nîvê şevê min jê re got, ‘Hevala Sîser tu dikare ji min re bistirê’, keniya û got, ‘ji bo xatirê te ez ê bêjim’ û stranek got.

Wateya gotina ‘heval’ tê zanîn. Tê wateya ‘bi hev re’. Sîser jî heval bû. Yek bû, yekîtî bû. Serê sibehê ji bo çalakiyê bi rê ketin. Min jî bi rêya kamerayê nêrînên wan yek bi yek wergirt. Hemû jî bi hêvî bûn. Min ji Sîser pirsî ‘Tu diçe çalakiyê, dikarî ji me re qala hestên xwe bike’, wê jî got, ‘Kelecanî me, em ê vê kelecana xwe bi ser bixînin. Bi taybetî ez ê tola hevalên xwe yên şehîd hilînim. Em ê tola Şehîd Serdem û Şehîd Agirî hilînin. Em ê dijmin ji ser xaka xwe derxînin.”

Gerîla Arnos ku di heman çalakiyê de cih girt got, “Ev çalakiya me çalakiya tolhildanê ye. Em bi ruhê serketinê diçin û em ê bi ser bikevin.” Mîn dîmenê hemû gerîlayên wê rojê çûn çalakiyê bi vî rengî kişand.

Ji nûçeyan min bihîst ku li Xakurkê çalakî bûye, di vê çalakiyê de bi rengekî hevdemî li girên Kevortê, Lêlîkan û Elî Dirêjê hatiye xistin. Bala min li ser bû. Min bihîst, pênc gerîla bi rengê fedayî gihîştine asta şehadetê. Belê Sîser, Arnos, Hawar, Derwîş û Welat di çalakiyê de şehîd bûn. Sîser fedayiyek bû ku di fînalê de şehîd bû.

Siser Botan (Garibe Kılıç), tevî Arnos Serhat (Abdullah Erkol), Derviş Oremar (Sipan Sevmiş), Hawar Bedran (Serkan Tuncer), Welat Dilken (Abdullah Yaşar) 16’ê Adara 2019’an li Sidekanê şehîd bûn.