Kedkarên ku xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirine, li gel şert û mercên giran jî şoreşê bi keda xwe dihûnin.

Ji rêveberiya Saziya Kedkaran Abdulkerîm Îbrahîm diyar kir, ku bi şoreşê re ew heqê keda xwe werdigirin û bi coş û kelecan dixebitin.

Ji rêveberiya Komîteya Kedkarên Jin Hamîda Ferman jî ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir, tevna şoreşê bi pêşengiya jinan tê hûnandin, jin hem kedkara li malê ye, hem jî li derve li her qadê dixebitin.

Hamîda Ferman anî ziman, ku ji bo kedkarên jin gavên gelekî girîng hatine avêtin, lê belê hîn gelek kar hene ku divê bên kirin û bal kişand ser bandora şer.

Hamîda Ferman destnîşan kir ku şoreş bi kedê tê hûnandin, li her qadê kedkarên herî watedar û hêja jî şervanên jin û got, “Xwedîderketina li kedê hewldana ji bo azadî û rêxistinbûnê ye.”

Ji rêveberiya Saziya Kedkaran Abdulkerîm Îbrahîm jî bi bîr xist ku beriya şoreşê ew bi dewletê ve girêdayî dixebitîn û got, “Kesî newêrî bû li mafê xwe xwedî derkeve. Me karê gelekî giran dikir, heqê xwe jî bi derengî digirt û li her karî mûçeyekî wekhev tune bû. Bi şoreşê re em heqê keda xwe werdigirin û bi coş û kelecan dixebitin. Bêguman zor û zehmetî hene. Piraniya kedkarên ji qada şer hatine kedkar in, lewma derfetên kar kêm in. Dema ku derfetên nû yên kar hatin afirandin ev pirsgirêk jî wê çareser bibe.”