Rêveberiya Xweser a Şingalê û Desteya Eşaîrî ya Şingalê ragihandin ku ew hewldanên îlankirina mîrekî nû yê Êzidiyan nas nakin û qebûl nakin.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şingalê Xwedêda Ilyas jî diyar kir, Mala Mîr, ji bo hesabên siyasî tê bikaranîn û got; Yek li Emerîkayê Mîr e, yek li otêlê Mîr e! Ev tişt nayê qebûl kirin. Civaka Êzidî û Gelê Şingalê kê Mîr îlan bike, ew Mîr e!”

Xwedêda Ilyas got; PDKe Mîrê Êzdiyan ji bo yekîtîya civaka Ûzidî belav bike bikartîne. Em vê yekê qebûl nakin û divê Mîr ji aliyê civaka Êzdî ya Şingalê ve werê bijartin.

Endamê Desteya Eşaîrî ya Şingalê Mîrza Bekir jî got; Li ser Şingalê pîlanekî nû ya siyasî tê meşandin. Hin aliyên siyasî dixwazin Mîrekî nû weke Mîrê Şingalê îlan bikin. Ev tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şingalê û Desteya Eşaîrî ve hatiye redkirin.

Ne raste ku hin aliyên siyasî biçin otêlan û mîrekî nû îlan bikin. Evder Şingal e û wê gelê Şingalê biryar bide ka wê kî bibe Mîr. Kesekî ku li Şingalê nemaye, ji Emerîkayê nû hatiye nayê qebûlkirin. Em Mîr Salim red dikin û qebûl nakin.

Mîrza Bekir, ragihand ku ew Mîr Nayîf weke Mîrê Şingalê nas dikin û got; Em ji bilî wî kesî din qebûl nakin. Kesê ku bi salane li Şingalê ye, êşên Şingalê dizane û gelê Şingalê nas dike Mîr Nayîf e.