Ji bo Konseya Ewropa û CPT li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi erk û berpirsyariya xwe rabin, Kurd tevî dostên xwe li Strasboûrgê ne.

Bi pêşengiya KCDK-E û TJK-E’yê de dihat payîn ku di navbera 15-19’ê Nisanê de 5 rojan li pêş CPT ya Strasbourgê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Lê duh hat hînbûn ku dewletên ewropa destûr nedane çalakiya rûniştinê.

Li şûna wê dê îro bi girseyî mîtîngê lidarbixin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever û Hevserokê DEM-NED’ê Engîn Yûrtsever beriya destpêkirina mîtînga li Strasboûrgê ji ANF’ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê dan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye, gelê Kurd jî 25 sal in li hemberî tecrîdê li ber saziyên Ewropayê çalakiyan dike.