Aktîvîsta TJA Xecê Şen diyar kir ku kampanya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hêz daye jinan û got: Em bi vê dirûşmê ber bi 8’ê Adarê ve meşiyan û em ê kampanya xwe veguhêzin Newrozê.

Xecê Şen destnîşan kir ku ew amadekariyên Newrozê û hilbijartinên 31’ê Adarê dikin û got; Gava ewil ya kampanya me, deklarasyon û start bû, gava duyemîn jî perwerde bû. Di perwerdeyan de tecrîd, şerê taybet û hwd. hatin nîqaşkirin.

Di encama nîqîşan de, biryar hate giritn ku li cihekî dagirker ewqas giran û zalimane êrîşan bikin, divê berxwedaneke giştî û bi hêz pêş bikeve û bersivek dijwar bê dayin.

Hate gotin ku tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan çavkanî û bingeha şerê taybet e. Ji bo vê jî biryar hate girtin ku bi têkoşînek girseyî û berdewamî ew ê dikaribin vê polîtîkayê têkbibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Xatice Şen, dazanîn ku pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û got; Di çalakiyên me de, pirsgirêka ziman, tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mijarên sereke bûn. Ev peyam jî, ji 8’ê Adarê wê veguhêzin Newrozê. Ji Newrozêjî wê veguhêze hilbijartinên 31ê Adarê.

Têkoşîna me bi kampanyayê bi sînor nîne. Em ê bi biryar agirê Newrozê pêxin û ber bi 31’ê Adarê ku destketiyên xwe, ji destên zalim û dagirkeran bistînin bimeşin.