Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen, bi senatorê ji Partiya Sosyalîst Lawrence Felman Riel, parlamenterê Partiya Sosyalîst Fabian Molina û parlamentera Partiya Keskan Claudia Friedel re civiyan.
Di hevdîtina li Bern de, Ebdulkerîm Omer bal kişand ser astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî li pêşiya Rêveberiya Xweser û ev şîrove kir:
“Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê xeternak in. Dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine û li herêmên dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin û diziyê pêk tîne. Di heman demê de ji bo koçberkirina niştecihên van herêman û ji bo guhertina demgorafiyê siyasetên qirêjî dimeşîne.”
Omer xwest hesab ji dewleta Tirk were pirsîn û bang li hikumeta Swîsreyê û hikumetên din ên cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.
Parlamenter û senatorên swîsreyî jî êrişên dewleta Tirk ên li ser binesazî û çavkaniyên debara welatiyan şermezar kirin û xwest civata navneteweyî li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bîne.