Şervan û Fermandarên YPJ’ê diyar kirin ku israra wan a zadiyê û çanda berxwedanê wê dawî li komployê, tecrîdê û dagirkeriyê bîne.

Şervan û fermandarên YPJ’ê di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî û salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de nêrînên xwe parve kirin.

Ji fermandarên YPJ’ê Solîn Ararat bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê û got, “YPJ bi têkoşîn û berxwedana xwe tê nasîn. Mînaka vê jî di serketinên dijî çeteyan de diyar dibe. Ango YPJ xwe dispêre dîroka xwe ya Şoreşa Rojava. Herî dawî bi pêngava tunekirina DAÎŞ’ê cîhanê şahidî ji serketina YPJ’ê re kir. Bêguman dewleta Tirk a dagirker ti carî xwe li vê serketin, têkoşîn û şoreşê ranegirt, alîgiriya çeteyan kir. Dema ku dît DAÎŞ têk çû, vê carê bi xwe êrişî Rojava kir.”

Ararat êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî nirxand ku di salvegera komploya navneteweyî de hate kirin û got, “Hêzên desthilatdar ji bo hebûna gelê Kurd û vîna gelan bişkînin di 9 Cotmeha 1998’an de li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk anîn û îro Rêber APO di bin şert û mercên giran ê tecrîde de ye. Dîsa di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi alîgiriya heman hêzan dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Til Abyad meşand. Bêguman rast hatina van dîrokan ne ji xweber e, ev êrîş weke berdewama komploya navneteweyî pêk hatin. Li gor vê rastiya dewleta Tirk a dagirker em ê jî heya welatê me azad bibe têkoşîna xwe bidomînin û çi dibe bila bibe serketin wê ya me be.”

Şervana YPJ’ê Rûken Rojhilat bi van gotinan qala berxwedana YPJ’yiyan ya di berxwedana rûmetê de kir; “Weke ku tê zanîn YPJ’ê bi berxwedan û tekoşîna xwe li cîhanê deng vedaye. Di pêvajoya Berxwedan Rûmetê de jî hevalên jin bêteredut li hember dagirkeriyê şer kirin û ev berxwedana heya dawiyê jî domandin. Hevalên jin bi bîr û baweriya azadiyê bi gelemperiya ruhê berxwedanê şer kirin. Weke ku YPJ’ê di her kêliyê pêşengtî kir di berxwedan û tekoşînê de jî pêşengtî kir. Hevrêyên me yê jin bi biryardariya şikandina dagirkeriyê bûne sembola berxwedanê. Ez berxwedana hevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînim û careke din soza xwedî li têkoşîna hevalên xwe derketinê didim.”

Şervana YPJ’ê Nûdem Kobanê jî diyar kir ku ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û wisa berdewam kir; “Saleke ku Serêkaniyê û Til Abyad di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Me tu caran dagirkerî nepejirandiye em niha jî dibêjin ku em dagirkeriyê napejirînin. Weke şervanên YPJ’ê rêgeza welatparêziyê ji bo me xalek ji bîrdoziya rizgariya jinê ye, ji ber wê jî em bi vê zanistê tevdigerin. Li gor pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ em ê jî weke şervanên YPJ’ê heya Rêber APO fîzîkî azad bibe û dagirkerî bi dawî bibe têbikoşin, li ber xwe bidin û şoreşa xwe biparêzin.”