Hevseroka TÛYAH-DER’ê Kûdret Temel derbarê lêgerîna bi tazî ya li girtîgehan agahî da û diyar kir ku li girtîgehên Wanê jî ev tişt tê kirin.

Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû lêgerîna bi tazî ya li girtîgehan anîbû rojevê. Çend hefte berê Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû dema ji Girtîgeha Erziromê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê bûbû, di têketina girtîgehê de lêgerîna bi tazî li ser wê hatibû ferzkirin. Hatîpoglû dema li hemberî lêgerîna tazî li ber xwe da bû, gardiyanên jin û mêr êşkence li Hatîpoglû kiribûn.

Derbarê vê meseleyê Hevseroka TÛYAH-DER’ê Kûdret Temel agahî da û diyar kir ku malbat car caran radigihînin wan ku li girtîgehên Wanê lêgerîna bi tazî tê kirin.

ÊŞKENCEYA LÊGERÎNA TAZÎ ÊRÎŞA LI SER BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE

Temel diyar kir ku ew ji her alî ve li ser êşkenceya lêgerîna tazî disekinin û wê di rojên pêş de raya giştî agahdar bikin. Temel got ku “Ne bi tenê li ser girtiyan, li ser malbatên ku diçin hevdîtinan jî ev tişt tê kirin. Malbat di vî warî de serî li me didin. Ji bo zelalkirina rewşê xebatên me didome. Lêgerîna tazî sûcekî mirovayetiyê ye û em bi tu awayî vî tiştî qebûl nakin. Em bang li malbatan dikin, heke li girtîgehên Wanê lêgerîna bi tazî were kirin, bila serî li komeleya me bidin. Lêgerîna bi tazî êrîşeke hovane ye. Li gorî me ev tê wateya êrîşa li dijî grevên birçîbûnê ya ku 90 roj in didome. Li gorî agahiyên ku me stendine zextên li ser berxwedêrên greva birçîbûnê didome, em vî tiştî qebûl nakin, em bi hevalên xwe yên girtî re ne.”