Hevserokê DEM Partî, di salvegera yekemîn ya erdhêja tofanî de, doh li Smsurê bû û li ber avaniya şaredariya Komur, ji gel re axivî û gotinên Erdogan ên li Hatayê weke şantaj û gefa li dijî gel pênase kir û got; Tu gef û tu şantaj nikarin me ji gelê me qut bike. Em, doh jî îro jî li cem gelê xwe ne

Tuncer Bakirhan got, Tirkiye welatê li ser xeta faya erdhejê ye. Eger desthilatdariya AKP/MHPê tedbîr standiba ne, eger planekî li gorî erhejê amade kiriba, tofanek wiha wêranzarî dernediket. Li hemberî vê jî, ew bi hawara tafanzadeyan ve neçûn, ji bo rastiyan veşêrin, rewşa awarte ragihandin.

Doh jî Erdogan li Hatayê got, Eger hun dengên xwe nedin me, hîzmet ji were nayê kirin. Ev gef û şantaj e. Desthilatdariya AKP/MHPê ji bilî gef, şantaj û darbeyên siyasî tu karî nake. Em van gotinên Erdogan şermezar dikin. Em doh jî, îro jî, sibe jî em ê li cem gelê xwe bin. Divê gelê me vê desthilatdariya ceberrud û şerxwaz di hilbijartinên 31’ê Adarê de mahkum bike.