Navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Sûriya demokratîk derbarê şehadeta şervanên xwe de daxuyanî da.

QSD’ê wiha got.

Di êrişa balafireke xwekuj a ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê, 6 şervanên me şehîd bûn.

Êriş di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin de pêkhat, emê bersiva guncaw bidin jêdera êrişê.

Her wiha QSD’ê diyar kir ku hêzên ser bi Îranê, berpirsê êrişê ne û ji herêmên hikumeta Şamê ve êriş kirine.

QSD’ê wiha domand: Hêzên me, têkildarî êrişê lêpirsîn çêkir. Diyar bû ku milîsên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êriş kirine.