Parlamentera HEDEP’ê û parêzera berê ya Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal Aslan, ji ANFê re axivî û bal kişand ser biryara DMME’yê ya ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û got; Dewleta Tirk bi desteserkirina ‘mafê hêviyê’ azadiya gelê Kurd hedef digire.

Uysal destnîşan kir Tirkiyê, Peymana Mafên Mirovan û qanunên DMME qebûl kirine. Mecbur e li gorî wan tevbigere. DMME, di 18’ê Adara 2014’an de derbarê Rêber Abdullah Ocalan de biryar daye û divê Tirkiyê “mafê heviyê” qebûl bike.

Tirkiye dixwaze bi rengên cûda azadiya Rêber Abdullah Ocalan asteng bike. Lê biryara DMME zelal e û her cûre astengîyan li dijî hiquq red dike.

Tirkiyê, diru haraket dike, piştî biryara DMME ya derbarê Rêber Abdullah Ocalan de, li Tirkiyê bi sedan kes bi cezayê muebetta giran hatin cezakirin. DMME jî, di serlêdanên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî biryar da ku kiryarên dewleta Tikriyê, li dijî xala 3mîn ya DMME ye.

Komîteya Wezîran ya girêdayî Konseya Ewropa jî, ji bo bicihanîna biryarê DMME Tirkiyê hişyar kir. Lê îradeya siyasî ya Tirkiyê, di polîtqeya inkar û tunekirinê de bi israr e. Bi taybetî Rêber Abdullah Ocalan dike armanc û mercên tecrîdê girantir dike.

Uysal dazanîn ku sîstema Imrali veguheriya cezayê dardekirinê û gort; Sedema avakirina vê sîstemê jî, polîtîkaya neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya aştiyane pêşxist, Lê di şer de israr kirin. Hiquq tunekirin û 31 meh in tu agahiyek ji Rêber Ocalan nayê girtin.

Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de, bi sedan girtiyên siyasî hatine tecrîd kirin. Di aliyê siyasî de jî, dixwazin azadiya gelê Kurd asteng bikin. Şewata daristanan, komkujî, qedexekirinê, zilma li ser siyaseta Kurd, jinkujî jî di vê çaçrçoveyê de çêdibin. Di kesayeta Rêber Ocalan de, aştî û azadi, demokrasî û jiyan tê kuştin. Yek rê heye, têkoşînên radiqal ya gel û eniya dmeokrtaîk.