Ev sernivîsa rojnamevan Cafer Tar e û wiha dewa, dike, Hîzbûlkontra ji dema ava bûye û vir ve bi fermana dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tundî û sûc kiriye, rêxistineke sûc e.

Huda Par, Hizbullah e, navê xwe guhertiye, Dewleta Tirk bi Huda Parê dixwaze Kurdan parçe bike.

Dewletên Îslamê, yên li Rojhilata Navîn bi destê welatên Rojava ava bûne û Îslama siyasî kirina bingeha siyaseta xwe û mîna hêzên emperyalîst tevdigerin.

Ev dewlet desturê nadin ku li Rojava herêmê statuya Kurdan werê erê kirin.

Bi salan ku ev dewlet, bi taybetî dewleta Tirkiyê dijberiyek tund nîşanî Kurdan didin û êrîşî Kurdan dikin. Di sucên şer de sinoran nasnakin.

Dewleta Tirk, li Bakûr û Başûrê Kurdistanê, li dijî Tevgera Azadiya Kurdan û gelê Kurd çekên kimyewî bikar tîne.

Dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê destek kirin.

Zilma ku li Kurdên Êzidî hate kirin wê ti carî neyê jibîrkirin.

Dewleta Tirk ne tenê çeteyên DAIŞê, çeteyên wekî El Nûsra û Hîzbûllah destek kirin û gelek komên din ava kirin û li li Rojava li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bikartînin.

Cafer Tar dibêje; Hîzbûllah bi giştî ji Kurdan pêk dihat û li bajarên Bakurê Kurdistanê, li kolanan welatparêz dikuştin.

Hilbullah ku navê Xwedayê mezin li xwe kir, lê tu têkiliyan wan bi misilmantiyê re nîne. Eger hebane, Kurdên misilman ne dikuştin.

Hizbullah, bi gotina Kurdan Hilbulkontra bi destê dewleta Tirk hate avakirin û weke çeteyên kujer dihatin bikaranîn.

Piştî ku kiryarên hizbulkontra eşkere bûn, dewleta Tirk Hizbullah bi navê HUDA-PAR wek pertiyek siyasî ava kir.

Dîse navê Xwedayê mezin li wan kir û bi desthilatdariya faşîst AKP/MHPê re, di nava Tifaqa Cumhur de kar dike.

Hizbulkontra, bi navê nû HUDA-PAR, ji bo Kurdan bixapîne behsa Şêx Seîd û mafên zimanê Kurdî dike.

Lê armanca van gotinên hizbulkontra doh, Huda-Para îro, parçekirina Kurdan e.

Lê Kurd wan baş nasdikin û dizanin ku Huda-Par, parçeyek ji JITEMê ye.

Huda-Par misilmanên sexte û bi îcazet in, divê Kurd Hizbulkontra doh, Huda-Para îro jî teşhîr bikin.