Di saetên şevê de xelkê bajarê Silêmaniyê li dijî êrîşên qirker ên Rojava daketin qadan û bi dirûşman êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta dagirkerê Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, xelkê silêmanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Xelkê Silêmanî li kolana Salim a Sehoirleke kom bû û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana QSD’ê’ û ‘Bimre Erdogan’ qîr kirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û endamê amadekar ê çalakiyê Dr. Bekir axivî û got:“Armanca dewleta Tirk ne tenê Rojavayê Kurdistanê ye,dagirkirina tevahiya Kurdistanê û qirkirina hemû gelê Kurd e. Ji ber vê divê hemû Kurd li hemberî vê xwedî helwest be”.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Başûr Sulêman Ereb jî ev got: “Em ê berxwedan xwe bidomînin û baweriya me bi hêza me bi xwe heye. Hêza me heye ku bi salan berxwe bidin û guhertinên mezin çêbikin.”

Her wiha Zerdeştiyên Kurdistanê jî tevlî çalakiyê bûn û li ser navê wan Pîr Aşîna axivî û got: “Em Zerdeştiyên Kurdistanê amadene ku canê xwe fedayê Rojava bikin. Ji hemû hemwelatiyan dixwazin ku bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin.”

Di berdewamê de çendîn alî û rêxistinên din axavtinên xwe pêşkêş kirin û bal kêşandin ser berxwedan û têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistan a li dijî dagirkeriya dewletê Tirk.