HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:

“9’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros de, hevrêyên me Bêrîtan û Garzan şehîd bûn. Hevrêyên me milîtanên fedekar ên pêvajoya zehmet bûn. Li herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê ku dijmin bi dijwarî êrîş dibir ser, bi tempoyeke têkoşînê bi salan şer kirin û bersiva êrîşên qirkirinê yên dijmin dan.

Herî dawî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ji berxwedana tunelên şer heta şerê tîmên gerîla yên bi tevger, li her devera pêwîst û di her pozîsyonê de têkoşîn meşandin.

HPG’ê Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha eşkere kir:

Bêrîtan Şemsê, navê din: Zeynep Yakût. Li Êlihê ji dayik bûye. Dayik û Bav: Nîhan Abdûlkerîm. 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Garzan Tolhildan, bi navê din Garzan Şêx, li Kobanê ji dayik bûye. Dayik û bav: Ayşe – Muhammed. 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Li ser jiyan û têkoşîna herdu şehîdan jî HPG’ê agahî dan.

Li ser Bêrîtan Şemsê wiha got:

Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata wê di nava derdoreke welatparêz de bû ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de berdêl daye.

Hevrêya me sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me heta sala 2018’an li gelek qadên Heftanînê xebat meşand.

Li Metînayê qasî 3 salan di gelek qadan de cih girt û tevlîbûna xwe ya bi istikrar û serketî li vir jî domand.

Hevrêyame ya gerîlaya YJA-STAR’ê Bi berpirsyariya mîsyona xwe ya dîrokî, bû xwedî tevlîbûneke serketî.

Bi perwerdeyên ku dîtî, ji bo weke gerîlayeke PAJK’ê bibe xwediyê kesayet, sekin û pratîkeke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiya şoreşê, kedeke girîng da.

Hevrêya me ku bêdudilî li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi wan re xebitî û şer kir, di êrîşa dijmin a 9’ê Adara 2024’an de tevî hevrêyê me Garzan Tolhildan gihîşt şehadetê û têkoşîna xwe ya şoreşgerî li lûtkeyê temam kir.

GARZAN TOLHILDAN
Derbarê jiyan û têkoşîna Garzan Tolhildan de jî HPG’ê wiha got:

Hevrêyê me Garzan li Kobanê ku weke bajarê berxwedanê yê Kurdistanê ket dîroka cîhanê, di nava malbateke welatparêz de ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dan, ji dayik bû.

Bi bîranînên apê xwe Şehîd Heqî Kobanê Îsmaîl Şêx Xidir ku di sala 2006’an de şehîd bûbû, mezin bûye.

Ji pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re şahidî kir û kêliyên giranbuha yên kêfxweşiyê yên ji aliyê gelê me ve hatin jiyîn, parve kir.

Di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Kobanê de li Kobanê bû, bû xwedî derfetekê ku berxwedana dîrokî ya li vê derê ji nêz ve bibîne.

Di berxwedana dîrokî û destanî de bavê wî bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Sala 2017’an bi desteka dayika xwe ku jineke Kurd a lehenge, tevlî nava refên gerîla bû.

Li qada Garê perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê dît.

Li Zapê li dijî dewleta Tirk a dagirker tevlî gelek çalakiyan bû.

Di heman demê de bi rengekî çalak tevlî xebatên tunelan bû.

Heta sala 2021’an li herêma Zapê ma, bi destpêkirina êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Avaşînê re berê xwe da herêma Avaşînê.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros tevlî nava kar û xebatan bû.

Di operasyonên şoreşgerî yên li dijî dijmin de cih girt û di derbên li dijî artêşa Tirk a dagirker de roleke sereke lîst, bû milîtanekî Apoyî.

Hevrêyê me di 9’ê Adara 2024’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de bi hevrêya xwe Bêrîtan Garzan re gihîşt şehadetê.”

HPG’ê soza bicihanîna armanca şehîdan dubare kir.