Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa û Serokê Bajêr ê CHP’ê Mehmet Kûrûkçû diyar kirin ku penaber hê jî tên Wanê û ji ber hatina bêkontrol wan xwestine ku ji bo şewba koronayê zêde nebe, divê tevdîr were stendin.

Xemsariya dewletê ya li hemberî şewba koronayê li ser tendirustiya gel û penaberan dibe gefeke mezin. Çend roj berê waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez diyar kir ku ji welatên cihê 3500 penaber hatine Wanê û tu penaber bi koronavîrusê neketine. Piştre jî Serokê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû gotibû ku 700 penaber xistine karantînayê. Serokên Bajêr ên HDP û CHP’ê diyar kirin ku rêveberên dewletê rastiyê ji gel vedişêrin.

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa diyar kir ku daxuyaniyên waliyê Wanê û yê Serokê Bajêr ê AKP’ê li dijî hev in û got ku “Heta ku IMF’ê got em ê piştgiriyê bidin welatên ku li dijî koronayê dixebitin, Tirkiye wekî ku şewb tunebûye, tevgeriyaye. Li dora Tirkiyeyê ev şewb hebû lê wekî ku li Tirkiyeyê tuneye, tevdigeriyan. Ji destpêkê ve rastî ji gel veşartin. Agahiyên derbarê vîrusê nayên eşkerekirin. Wan yek ji bajarê bi rîsk e. Ji ber ku em cîranê Îranê ne û koçber tên, yek ji bajarê herî bi rîsk e.”

Serokê Bajêr ê CHP’ê Mehmet Kûrûkçû jî diyar kir ku ji Qelqelî, Seray û Elbakê penaber tên Wanê û ev jî di nav civakê de dibe sedema fikaran. Kûrûkçû diyar kir ku heke penaber têkevin karantînayê jî, ji ber ku hatina pênaberan bêkontrol e, wê hejmara rastîn zêdetir be.