Rêvebera HDP’ê Fatma Îpek ku çû serdana jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê, da zanîn ku gardiyanên girtîgehê hewl didin dîdarên girtiyan ku diçin serdana xizmên xwe, tazî bikin. 

Berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca protestokirina tecrîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 168’an de ye. Ji 1’ê Adarê ve 7 hezar girtiyên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de tevlî berxwedanê bûne. Bi armanca balkişandina van berxwedanê daxuyanî û çalakiyên gelek sazî û kesayetiyan didomin. Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Fatma Îpek bi vê armancê çû serdana girtiyên berxwedêr ên di girtigeha jinan a Bakirkoyê. Îpek, çavdêriyên xwe yên di dema dîdariyê de ji ANF’ê re vegotin. 

Îpek, da zanîn ku 22’ê Nîsanê ji bo dîdariya Aysel Dîler a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çûye wiha got, “Ew bi xwe ne di grevê de ye, li hevalên xwe dinêre. Rewşa wan a giştî baş e lê belê hinek hevalan gelekî li xwe şikandiye. Divê vîtamîn bihata dayîn. Lê belê bi pereyan jî pêdiviyên wan nayên dayîn. Ev kîlodayîna zêde ji hêla tenduristiyê ve wan dide zorê. Li aliyê din pêkûtiyên rêvberiya girtîgehê yên di asta tacîzê de hene.”

‘ARMANCA WAN EW E KU BERXWEDANAN BÊ HÊVÎ BIKIN’

Îpek da zanîn ku bi guhertina atmosfera Tirkiyê, pêkûtiyên li girtîgehan jî di hêla neyînî de diguherin û zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha pêde çû; “lêgerîna tazî li Dîdaran didin ferzkirin. Em li dijî vê derketin û em vê pêkûtiyê napejirînin. 

Mînak dema tu destûr nedî pêkûtiya tazîkirinê, êrîş dikin, devjeniyê dikin. Ango dixwazin malbat û girtiyan bêzar û bêhêvî bikin. Em bi ti awayî pêkûtiya di bin navê lêgerînê de tazîkirinê napejirînin, lewre ev ne hiqûqî û însanî ye.”

‘BI JOPAN BERSIV DIDIN TÊKOŞÎNA MAFAN’

Îpek, bal kişandE ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedanên grevên birçîbûnê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta Tirk ji van berxwedana ditirse. Ji bo wê li hemberî daxuyaniyekê tenê jî xwe ranagirin û êrîş dikin. Dema mijar dibe em, ne hiqûq ne qanûnan nas dikin. Çend roj berê li Gebzeyê zext li dayikan kirin. Dibêjin em ‘em ji bo gelê xwe dixebitin’ lê bi jopan diçin ser gel. Em dixwazin ev pêkûtiyên faşîzane bi dawî bibin, daxwazên me bên erêkirin. Daxwazên girtiyan bên pêkanîn.”