Medya Iraqê ragihand ku doh bi şev, li payîtext Bexdayê wesaîtek hat bomkirin, sê kes hatin kuştin.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê da zanîn êriş ji aliyê Emerîka ve hatiye kirin û got; Di êrişê de serkirdeyên Lîwayên Hizbullah ên Iraqê Ebû Baqir Sedî û Erkan Elyawî hatine kuştin. Êrîş bi mûşekên Helfire pêkhatiye.
Piştî hate bihîstîn ku El-Sadî, li Bexdayê hatiye kuştin, gel dakete kolanan û xwepêşandan kirin.
Hat diyar kirin ku gel, ber bi cihê ku Ebû Baqir Sadî, lê hatiye kuştin meşiya, Emerîka û Îsraîl şermezar kirin.
Fermandariya Navendî ya Emerîka -CENTCOM jî, ragihand ku wan êrişa li Bexdayê pêkaniye û di êrişê de fermandarekî Hizbulahê hatiye kuştin.
CENTCOM’ê destnîşan kir, Hizbullah ji êrîşên li dijî hêzên Emerîka berpirsiyar e û wan jî Hizbulah kiriye armanc.
CENTCOMê got; Şeva 7ê Sibatê, fermandarekî Hizbulahê hate kuştin. Ew, ji plankirina êrişên li ser hêzên me berpirsiyar bû û beşdarî wan êrişan jî bûye. Em dudilî nabin. Emerîka wê ji bo parastina gel û hêzên xwe, her dem gavên pêwîst biavêje û hesab bipirse.
Medya Iraqê jî ragihand ku Ebûbaqir Saidî, berpirsê Mûşekan ê Hizbulahê û Berpirsê Operasyonan li Sûriye bû. Erkan Elyawî jî berpirsê Îstxibarata Hizbulahê bû,
Kesekî sêyem jî hatiye kuştin, ew jî berpirsê Karên Derve yê Hizbulah bû.