Yek ji fermandarên pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn, têkildarî teqîna ku duh li gundê Şihêl ê Dêrazorê bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de 15 sivîl hatibûn qetilkirin, wiha got: “Armanca sereke ya teqîna li Şihêlê ew bû ku zexta leşkerî ya li ser DAIŞ‘ê sivik bikin û pêşketinên li Baxozê asteng bikin.

DIYAR EHMO – HOGIR NEÇAR / DÊRAZOR

Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat beriya niha di civîna çapemeniyê de ku li zeviyên petrolê yên El-Umer hatibû lidarxistin, diyar kiribû ku hêzên wan ji her alî ve çeteyên DAIŞ‘ê dorpêç kirine, dê di nêztirîn demê de mizgîniya têkçûna DAIŞ’ê bidin tevahî cîhanê. Di heman demê de hinek fermandarên din jî hişyarî dabûn û gotibûn têkçûna çeteyan li gundê Baxozê nayê wateya bidawîbûna DAIŞ’ê û gelek hucreyên veşartî yên çeteyan li herêmê hene.

Çeteyên DAIŞ‘ê di gundê Baxozê de asê mane û ji bo ku xwe ji derbeyên şervanên QSD‘ê biparêzin sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Fermandar Ednan Efrîn têkildarî teqîna li dijî sivîlan ku duh li herêma Şihêl pêk hatibû, nûçe û gotegotên ku digotin “QSD’ê 150 çeteyên DAIŞ’ê radestî artêşa Iraqê kirine”  ji ajansa me re nirxandin. Efrîn anî ziman ku pêşdeçûnên wan li gundê Baxozê dereng dimeşin ji ber ku çeteyên DAIŞ‘ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û ev tişt got: “Wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) armanca me ye sereke  rizgarkirina sivîlan û derxistina wan ji Baxozê ye.”

Fermandar Ednan Efrîn diyar kir ku hêzên wan ji destpêka pêngavê ve ji bo derxistina sivîlan ji Baxozê û parastina wan korîdorên ewle vekirine. Fermandar Ednan Efrîn bi bîr xist ku çete derketina sivîlan asteng dikin û wan bi çek û mayinan dikin hedef.

Ednan Efrîn teqez kir ku yekîneyên taybet ên QSD‘ê di rojên dawîn de bi hezaran sivîl rizgar kirine û ew birine herêmên ewle.

Fermandar Ednan Efrîn der barê çeteyên ku di rojên dawî de hatine girtin, wiha got: “Hejmarek çeteyên Ereb û ewrupoyî birîndar bûne. Ev çete êdî nikarin şer bikin. Çeteyan hewl da di nava sivîlan de bi cilên sivîlan derkevin. Lê şervanan ew nas kirin û girtin.”

Ednan Efrîn destnîşan kir ku ew wek QSD pêşdeçûnên li herêmê didomînin, heta ku herêm ji sivîlan vala bibe dê pêşdeçûn bidomin û wiha got: “Piştî herêm ji sivîlan were valakirin em ê şerê dawîn dest pê bikin da ku hebûna dagirkeriya çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.”

‘Agahiyên radestkirina çeteyan ji artêşa Iraqê re, ne rast in’

Hin dezgehên çapemeniyê nûçe belav kiribûn û tê de gotibûn QSD’ê 150 çeteyên DAIŞ‘ê ku di nav 13 fransî ne, di encamê lihevkirinekê de radestî artêşa Iraqê kirine. Fermandar Ednan Efrîn ev nûçe derewandin wiha got: “Di navbera hêzên me û artêşa Iraqê de tu lihevkirin çênebûne ku çeteyên DAIŞ‘ê radestî wan werin kirin. Mijarek bi vî rengî heta niha nehatiya nîqaşkirin jî. Heger tiştek wisa hebe dê bi awayekî fermî ji aliyê Buroya Têkiliyên Leşkerî ya QSD‘ê ve pêk were.”

Armanca teqîna li Şihêlê kêmkirina zexta li ser çeteyan e

Fermandar Ednan Efrîn li ser teqîna ku duh li gundê Şihêl ê Dêrazorê bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de 15 sivîl hatin qetilkirin, wiha got: “Kesên ku bi îdeolojiya çeteyan bawer kirine pir in û bi awayekî veşartî êrîşan di nava sivîlan de pêk tînin. Armanca sereke ya teqîna li Şihêlê ew bû ku zexta leşkerî ya li ser DAIŞ‘ê sivik bike.”

Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ‘ê di aliyê erdnîgarî de dê derbasî pêvajoyeke nû bibin û wiha axivî: “Pêvajoya me ya nû têkoşîna li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê ye. Gelek hucreyên veşartî hene ku çeteyên bi nasnameyên cuda di nav de ne û planên terorîstan pêk tînin. Erka tunekirina hucreyên veşartî ne tenê ji QSD‘ê tê xwestin, di heman demê de ji şêniyan jî tê xwestin. Pêwîst e şênî jî bi agahiyan destekê bidin QSD’ê. A duyemîn jî divê hemû dewletên cîhanê vê erkê bigirin ser milê xwe. Ji ber ku çeteyên ku ji welatê wan hatine Sûriyê, dikarin vegerin cihê xwe û planên xwe li dewletên xwe pêk bînin.”

(bm)

ANHA