YJK-S, bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe, 8mîn Kongreya xwe, li salona Konferansê ya CDK-B, li Baselê pêkanî.

Piştî rêzgirtinê, endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E Sozdar Sîdar axivî û got;

Konsepta şerê taybet ya dewletên dagirker û tecrîda mutlaq ya li ser Rêber Abdullah Ocalan têkildarî hev in.

Zêdetirî 3 salan ku ji Rêbertî tu agahî nayên girtin.

Bi vî sucî, mirovahiyê bê alternatîf dihêlin.

Divê gelê Kurd, bi taybetî jin, li her qada jiyanê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurt bikin.

Piştî axaftina Sozdar Sîdar, raporên xebatê yên pêkhateyên YJK-S’ê hatin xwendin û nirxandin.

Piştre hilbijartin hatin kirin û Selma Sûrer weke berdevka dema nû ya YJK-S’ê hate hilbijartin.

Rêveberiya nû ya ji 12 kesan jî hate hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyan bi dawî bû.